Daniyêl 3:4 - Kurmanji Încîl4 Piştre bangawaz bi dengekî bilind qîriya û got: “Ya gel, milet û zimanan, li we tê emirkirin Gade chapit la |
Li ser vê yekê di roja bîst û sisêyê meha Sîvanê ku dibe meha sisêyan, nivîsendeyên padîşah hatin gazîkirin. Her tiştê ku Mordexay emir kir, ji Hindistanê heta Hebeşistanê, li setraban, li walî û serekên herêman ên ku li sed û bîst û heft herêman diman re name hatin nivîsandin. Ji her herêmê re li gorî nivîsîna wan û ji her gelî re bi zimanê wan hat nivîsandin. Ji Cihûyan re jî bi ziman û nivîsîna wan hat nivîsandin.