Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Daniyêl 3:27 - Kurmanji Încîl

27 Setrab, qeymeqam, walî û şêwirmendên padîşah ên ku li wê derê civiyabûn ev zilam dîtin. Tu bandora êgir li ser bedenên wan nebûbû, porê serê wan neşewitîbû, kincên wan neguherîbûn û bêhna bîsoyê ji wan nedihat.

Gade chapit la Kopi




Daniyêl 3:27
17 Referans Kwoze  

Gava tu di avan re derbas bibî, Ezê bi te re bim. Gava tu di çeman re derbas bibî jî, Wê di ser te re neqelibin. Gava tu di nav êgir re derbas bibî, Tê neşewitî û wê pêta êgir te neşewitîne.


hêza êgir temirandin, ji devê şûr filitîn, di bêhêziyê de hêz standin, di şer de bûn yên xurt, ordiyên biyaniyan belav kirin.


Loma ez ji we hêvî dikim ku hûn xwarinê bixwin; çimkî ev ji bo rizgariya we ye. Ji ber ku mûyek ji serê yekî ji we winda nabe.»


Heçî hûn in, mûyên serê we jî hemû hejmartî ne.


Ya Xudan, destê te bilind bû, Lê ew nabînin. Bila ew xîreta te ya ji bo gel Bibînin û şerm bikin. Wê agir neyarên te daqurtîne.


Da ku hîn bibin navê te Xudan e, Li ser tevahiya dinê, tenê tu berz î.


Ya Xwedayê me Xudan, lava dikim tu niha me ji destê Sanhêrîv rizgar bike ku hemû padîşahiyên dinyayê bizanibin tenê tu Xudan, Xwedê yî.”


Li ser vê yekê dema ku hê şalwar, şaşik, xiftan û kincên wan ên din li wan bûn, hatin girêdan û ew avêtin nav tenûra sincirî.


Padîşah bi xwe bi van tiştan dizane, loma ez serbest dipeyivim û ez piştrast im ku tiştekî ji van, ji wî ne veşartî ye. Çimkî ev tişt di kuncikekê de çênebûye.


Em wezîr, qeymeqam, setrab, şêwirmend û walî, ji bo ku padîşah qanûnekê derxe, me hemûyan li hev kir. Ya padîşah, kî di nav sî rojan de, ji te pê ve ji mirovekî yan ji îlahekî re dua bike, bila wî bavêjin çala şêran.


Padîşah gelek şa bû û emir kir ku Daniyêl ji çala şêran derînin. Daniyêl ji çalê derxistin, tu birînek di canê wî de tunebû. Çimkî wî xwe spartibû Xwedayê xwe.


Li kerê siwar bû û çû. Wî şêr û ker li ber cendekê zilamê Xwedê dît ku li ser rê bû. Şêr ne cendek xwaribû, ne jî ker perçe kiribû.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite