Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Daniyêl 3:21 - Kurmanji Încîl

21 Li ser vê yekê dema ku hê şalwar, şaşik, xiftan û kincên wan ên din li wan bûn, hatin girêdan û ew avêtin nav tenûra sincirî.

Gade chapit la Kopi




Daniyêl 3:21
6 Referans Kwoze  

Ji ber ya ku wê were serê wan, wê hemû sirgûniyên gelê Cihûda yên li Babîlê vê naletê bêjin: ‘Bila Xudan te bike wekî Ahav û Sîdqiyayê ku Padîşahê Babîlê ew di nav êgir de pijandin.’


Piştre wî emir da leşkerên hêzdar ên artêşa xwe ku Şadrak, Mêşak û Eved-Nego girê bidin û wan bavêjin tenûra sincirî.


Setrab, qeymeqam, walî û şêwirmendên padîşah ên ku li wê derê civiyabûn ev zilam dîtin. Tu bandora êgir li ser bedenên wan nebûbû, porê serê wan neşewitîbû, kincên wan neguherîbûn û bêhna bîsoyê ji wan nedihat.


Xweyê Ûsiv rabû, ew avêt zîndana girtiyên padîşah û Ûsiv li wir di zîndanê de ma.


Kesê deverû neçe erdê û neperize, wê tafilê bê avêtin tenûra sincirî.”


Ewê wan bavêjin nav firna dadayî û li wir wê bibe girîn û qirçîna diranan.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite