Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Daniyêl 3:20 - Kurmanji Încîl

20 Piştre wî emir da leşkerên hêzdar ên artêşa xwe ku Şadrak, Mêşak û Eved-Nego girê bidin û wan bavêjin tenûra sincirî.

Gade chapit la Kopi




Daniyêl 3:20
7 Referans Kwoze  

Li dora nîvê şevê Pawlos û Sîlas dua dikirin û ji Xwedê re lavije digotin. Girtiyan jî guhdariya wan dikir.


Piştî ku gelek li wan xistin, ew avêtin zîndanê û li qerdiyan emir kirin ku baş çavnêriya wan bike.


Gava hûn dengê boriyê, neyê, lîrê, qanûnê, çengê, defê û dengên her cure amûrên muzîkê bibihîzin, hûn deverû herin erdê û biperizin gelek baş e! Lê heke hûn neperizin, hûnê yekser bên avêtin nav tenûra sincirî! Wî çaxî emê bibînin, wê kîjan îlah we ji destê min rizgar bike?”


Berpirsiyarê karmendên qesrê navên nû li wan kir. Wî navê Daniyêl Bêlteşassar, navê Hananya Şadrak, navê Mîşaêl Mêşak û navê Ezarya Eved-Nego danîn.


Nebûxadnessar gelek li Şadrak, Mêşak û Eved-Nego hêrs bû û mirûzê wî tirş bû. Wî emir kir ku tenûr, heft car ji caran bêtir bê sincirandin.


Li ser vê yekê dema ku hê şalwar, şaşik, xiftan û kincên wan ên din li wan bûn, hatin girêdan û ew avêtin nav tenûra sincirî.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite