Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Daniyêl 11:6 - Kurmanji Încîl

6 Piştî çend salan wê Padîşahê Başûr bi Padîşahê Bakur re yekîtiyê çêke û keça xwe bide Padîşahê Bakur. Lê hem keçik û hem jî bavê keçikê wê hêz û bandora xwe winda bikin. Wê keçik, bavê wê û kesên di vê meselê de bûne piştgir û alîkar jî bidin dest.

Gade chapit la Kopi




Daniyêl 11:6
9 Referans Kwoze  

Çimkî wê Padîşahê Bakur artêşeke mezintir bicivîne, piştî çend salan, bi artêşeke baş amadekirî re bê.


“Di dema dawî de wê Padîşahê Başûr li dijî Padîşahê Bakur şer bike. Wê Padîşahê Bakur bi erebeyên şer, bi hespan, bi gelek gemiyan re wekî bagerê bê. Wekî lehiyê wê bi ser welatan ve bibare û wan wêran bike.


Piştre wê Padîşahê Bakur bê, axê bispêre ber sûran, bike palsipêr û bajar bixe destê xwe. Wê hêzên Padîşahê Başûr li ber wî nesekinin û leşkerên wî yên bijare jî nikaribin li ber xwe bidin.


“Ji malbata keçikê wê kesek bibe Padîşahê Başûr. Ew kes wê li dijî artêşa Padîşahê Bakur şer bike. Wê keleha wî zevt bike û wan têk bibe.


Ezê şivanekî wisa li ser welêt bikim serwer ku wê haya wî ji avêtiyan tunebe. Wê li yên ji hev belav bûne negere. Wê birîndaran baş neke û saxleman têr neke. Bi tenê wê goştê pezên dermalekirî bixwe, simên wan jî bikişîne.


Fireh e riya xeraban, Hukmên te ji nêrîna wan pirr bilindtir e, Yê xerab fêm nake, li ba wî ne berz û ne çêtir e.


Ronahiya xeraban ji wan tê texsîrkirin Û zendê rakirî tê şikandin.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite