Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Daniyêl 11:5 - Kurmanji Încîl

5 “Wê Padîşahê Başûr hêzdar bibe, lê wê fermandarekî wî jê hêzdartir bibe û padîşahiya wî jî wê ji Padîşahiya Başûr mezintir bibe.

Gade chapit la Kopi




Daniyêl 11:5
7 Referans Kwoze  

“Wê hêz û wêrekiya xwe bicivîne û bi artêşeke mezin li dijî Padîşahê Başûr rabe. Wê Padîşahê Başûr jî bi artêşeke gelekî mezin û hêzdar şer bike. Wê li ber xwe nede, çimkî li dijî wî fen û fûtan çêkirine.


“Wê gelek kes li hember Padîşahê Başûr derkevin. Wê ji gelê te hinek zordar jî, ji bo ku dîtinî bê cih serî hildin, lê wê têk herin.


“Wê Padîşahê Başûr hêrs bibe û here li dijî Padîşahê Bakur şer bike. Bi ser ku Padîşahê Bakur artêşeke mezin civandiye jî, wê ev artêş bikeve destê Padîşahê Başûr.


“Di dema dawî de wê Padîşahê Başûr li dijî Padîşahê Bakur şer bike. Wê Padîşahê Bakur bi erebeyên şer, bi hespan, bi gelek gemiyan re wekî bagerê bê. Wekî lehiyê wê bi ser welatan ve bibare û wan wêran bike.


Erebeya ku hespên reş dikişîne ber bi bakur ve, erebeya hespên spî ber bi rojava ve, erebeya hespên belek jî ber bi başûr ve diçe.”


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite