Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Daniyêl 11:44 - Kurmanji Încîl

44 Lê belê xeberên ku ji rojhilat û ji bakur bên, wê wî aciz bikin. Wê bi xezeba mezin tevbigere ku piraniya wan helak bike û bi tevahî tune bike.

Gade chapit la Kopi




Daniyêl 11:44
8 Referans Kwoze  

Fikra van yek e, ew hêz û desthilatiya xwe didin cenawir.


Yê şeşan piyana xwe rijand ser çemê Firatê yê mezin. Ava wî çikiya, da ku rê ji bo padîşahên Rojhilatê bê amadekirin.


Çimkî wê gemiyên ji rojava bi ser wî de bên û wê cesareta wî bişikê. Li ser vê yekê wê bizivire, bi hêrs li dijî gelê Peymana Pîroz rabe. Herçî ew in ku dev ji Peymana Pîroz berdane, wê rûmetê nîşanî wan bide.


“Wê Padîşahê Başûr hêrs bibe û here li dijî Padîşahê Bakur şer bike. Bi ser ku Padîşahê Bakur artêşeke mezin civandiye jî, wê ev artêş bikeve destê Padîşahê Başûr.


Wê xezîneyên zêr û zîv, hemû tiştên hêja yên Misrê bixe bin destê xwe. Wê Hebeşî û Lîbyayî jî bikevin bin destê wî.


Wê di navbera deryayê û Çiyayê Pîroz ê delal de konên padîşahiyê deynin. Lê dîsa jî wê ev bibe dawiya wan û wê tu kes alîkariya wan neke.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite