Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Daniyêl 11:38 - Kurmanji Încîl

38 Wê di şûna wan de, îlahê kelehan birûmet bike. Wê zêr û zîv, kevirên hêja û diyariyên biha pêşkêşî îlahekî bike ku bav û kalên wî nas nake.

Gade chapit la Kopi




Daniyêl 11:38
8 Referans Kwoze  

Ruh bi eşkereyî dibêje ku di demên paşê de, hinek wê ji baweriyê bikevin û guh bidin ruhên xapînok û hînkirinên cinan.


Hemû kesên şikil didin pûtan, vala ne. Tiştên wan ên ku jê zewqê distînin bêkêr in. Ew bixwe şahidên pûtan in, Ne dibînin, ne jî dizanin. Loma wê bên şermezarkirin.


zêr û zîv, kevirên hêja, lal û dur, kitanê hêja, qumaşên binefşî, hevrîşim, qumaşên sor, her cûreyê darê bîhnxweş û her tiştên ji diranên fîlan, tiştên ji darê herî hêja, ji tûnc, ji hesin û ji mermer;


“Ji malbata keçikê wê kesek bibe Padîşahê Başûr. Ew kes wê li dijî artêşa Padîşahê Bakur şer bike. Wê keleha wî zevt bike û wan têk bibe.


Wê ne ji îlahên bav û kalên xwe re, ne ji ya ku îlahê jin jê hez dikin û ne jî, ji tu îlahekî din re biperizin. Çimkî wê xwe di ser wan hemûyan re bibîne.


Wê bi alîkariya îlahekî xerîb êrîşî kelehên herî asê bike, her kesê ku bi vî îlahî dizane birûmet bike û wan li ser serê gelekan bike serwer. Wê welêt, wekî xelatê di navbera wan de parve bike.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite