Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Daniyêl 11:30 - Kurmanji Încîl

30 Çimkî wê gemiyên ji rojava bi ser wî de bên û wê cesareta wî bişikê. Li ser vê yekê wê bizivire, bi hêrs li dijî gelê Peymana Pîroz rabe. Herçî ew in ku dev ji Peymana Pîroz berdane, wê rûmetê nîşanî wan bide.

Gade chapit la Kopi




Daniyêl 11:30
13 Referans Kwoze  

Kurên Yewan: Êlîşa, Tarşîş, Kîttîm û Rodanîm.


Wê ji keviyên Kîttîmê gemî werin, Wê Aşûrê nizim bikin, Wê Êverê nizim bikin Wê ew bi xwe jî tune bibin.”


Wê Padîşahê Bakur bi talanekî mezin bizivire welatê xwe. Lê wê dilê wî li dijî Peymana Pîroz be. Gava vegere welatê xwe, tiştên ku dixwaze wê bike.


Herin, li keviyên Kîttîmê binêrin, Bişînin Qêdarê û baş fêm bikin. Binêrin, ka tiştên wiha bûne.


Wî got: “Tê êdî şa nebî, Saydaya keça xama ya zor lê hatîkirî, Rabe, derbasî Kîttîmê bibe, Lê li wir jî, ji te re rihetî tuneye.”


Peyama li ser Sûrê: Ya gemiyên Tarşîşê, bikin zarîn! Çimkî Sûr wêran bû, Mal û keştîgehên wê jî tunene. Ji diyarê Kîttîmê haya wan hat pêxistin.


Ji bo vê yekê şa bibin, ya ezmanno Û yên ku di wan de rûdinin. Lê wey li erdê û li deryayê, Ji ber ku Îblîs bi xezebeke mezin tê ser we, Çimkî ew dizane ku wexta wî kêm e.»


Hingê gelek wê ji rê derkevin, hevdû bidin dest û ji hev nefret bikin.


Wê li dijî Yê Herî Berz gotinên xerab bike û zextê li pîrozên wî bike. Wê bixwaze demên diyarkirî û Şerîetê biguherîne. Wê pîrozan ji bo sê sal û nîvan teslîmî destê wî bikin.


Min fêm kir ku Xwedê ew neşandiye. Ji ber ku Toviya û Sanballat bi pere ew girtibû, wî wekî pêxemberekî ev gotin li dijî min gotibûn.


Kurên Yewan: Êlîşa, Tarşîş, Kîttîm û Rodanîm.


“Wê di dema diyarkirî de bi artêşa xwe re bizivire û ber bi aliyê başûr ve biçe. Lê vê carê wê wekî berê nebe.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite