Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Daniyêl 11:24 - Kurmanji Încîl

24 Di dema aştiyê de wê bikeve herêmên welat ên herî dewlemend û tiştên ku ne bavê wî, ne jî bav û kalên wî nekirine wê bike. Wê malê talên û serweta vê herêmê, di nav piştgirên xwe de belav bike. Wê fen û fûtan çêke ku kelehan bi dest bixe, lê wê dema wî kurt be.

Gade chapit la Kopi




Daniyêl 11:24
11 Referans Kwoze  

Lê Îsa bi fikrên wan dizanibû û got: «Hûn çima di dilê xwe de tiştên xerab difikirin?


Wê li dijî Yê Herî Berz gotinên xerab bike û zextê li pîrozên wî bike. Wê bixwaze demên diyarkirî û Şerîetê biguherîne. Wê pîrozan ji bo sê sal û nîvan teslîmî destê wî bikin.


Çimkî ew pariyên devê te dijmêre, Ji te re dibêje: “Bixwe, vexwe!” Lê dilê wî ne li ser te ye.


Gelek kes dixwazin bikevin çavê camêran, Her kes dixwaze bibe hevalê comerdan.


Bertîl di çavê xweyê xwe de kevirekî biqedir e, Berê xwe bi kîjan alî ve bide, bi ser dikeve.


Wan bajarên bisûr û axa berdar desteser kirin. Wan malên bi her tiştên baş dagirtî –rez, bîrên kolayî, bexçeyên zeytûnan û darên ku bi têra xwe fêkî didin ji xwe re kirin milk. Xwarin, têr bûn û xurt bûn. Bi başiya te ya mezin kêfxweş bûn.


Wan ji mala Baal-Berît heftê perçe zîv danê. Avîmelek bi vî pereyî zilamên beredayî û serserî kirê kirin ku li pey wî werin.


Binêrin ax berdar e yan bêber e? Tê de dar hene yan tunene? Hûn hêzdar bin û ji fêkiyên welêt bînin.” Wî çaxî wextê tiriyê pêşî bû.


Her kesê ku bi wî rêberê kêmdîtî re peymanekê çêke, wê ji aliyê wî ve bê xapandin. Piştgirên wî kêm in, lê dîsa jî wê hêzdar bibe.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite