Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Daniyêl 11:23 - Kurmanji Încîl

23 Her kesê ku bi wî rêberê kêmdîtî re peymanekê çêke, wê ji aliyê wî ve bê xapandin. Piştgirên wî kêm in, lê dîsa jî wê hêzdar bibe.

Gade chapit la Kopi




Daniyêl 11:23
11 Referans Kwoze  

Wê bi fen û fûtan bi ser bikeve. Wê gelek kesên di ewlehiyê de, tune bike. Wê li dijî Serekê Serekan rabe. Lê wê jinişkave bişikê.


Hatina yê bêqanûn wê li gor xebata Îblîs be, wê bi hemû hêz û bi nîşan û kerametên derewîn be


Lê ka çawa mar bi qurnaziya xwe Hawa xapand, ez ditirsim ku fikrên we jî bên xirandin û ji sadebûn û dilpakiya ku ji bo Mesîh e veqetin.


Ew bi her cûreyê neheqî, neqencî, çavbirçîtî û xerabiyê tije ne. Bi çavnebarî, kuştin, pevçûn, hîle û marzikiyê dagirtî ne. Paşgotiniyê dikin,


Qezenca kesê xerab xapînok e, Lê heqdestê kesê adil ewlehî bi xwe ye.


Ji zimanê te fesadî tê der Wek dûzana tûj hîlekar e.


Ji ber ku Dînaya xwişka wan hatibû qirêjkirin, kurên Aqûb bi hîle bi Şexem û bavê wî Hamor re peyivîn.


Wê li ber wî, artêşên pir mezin li ber xwe nedin û bişikên. Wê pêşengê gelê peymanê jî bê kuştin.


Di dema aştiyê de wê bikeve herêmên welat ên herî dewlemend û tiştên ku ne bavê wî, ne jî bav û kalên wî nekirine wê bike. Wê malê talên û serweta vê herêmê, di nav piştgirên xwe de belav bike. Wê fen û fûtan çêke ku kelehan bi dest bixe, lê wê dema wî kurt be.


Wê gelek hêzdar be, lê wê ev hêz ne jê be. Wê bi awayekî nedîtî wêran bike û wê bigihîje armanca xwe. Tişta ku bixwaze wê bike. Wê kesên hêzdar û Gelê Pîroz tune bike.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite