Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Daniyêl 11:17 - Kurmanji Încîl

17 Wê hemû hêza padîşahiya xwe bicivîne û bixwaze ku bi ser Padîşahê Başûr ve here. Ji bo ku welatê wî wêran bike, wê keça xwe bide wî, lê wê fen û fûtên wî bi ser nekevin û bi kêrî wî neyê.

Gade chapit la Kopi




Daniyêl 11:17
15 Referans Kwoze  

Wê demê Hazaêlê Padîşahê Aramê rabû li dijî Gatê şer kir, ew stand û Hazaêl ji bo ku bistîne berê xwe da Orşelîmê.


Îcar em li ser van tiştan çi bêjin? Eger Xwedê ji aliyê me ye, kî dikare li hember me be?


Yê ku ne bi min re ye, li hember min e û yê ku bi min re nacivîne, belav dike.


Çaxê rojên hilkişandina wî nêzîk dibûn, Îsa berê xwe da Orşelîmê, da ku here wê derê.


«Yê ku ne bi min re ye, li hember min e û yê ku bi min re nacivîne, belav dike.


Paşê wê Padîşahê Bakur kelehên welatê xwe talan bike, lê wê biterpile, bikeve û neyê dîtin.


Di dawiya şêst û du heft deman de, kesê kifşkirî wê bê kuştin û wê piştgirên wî tunebin. Gelê serekê nûhatî, wê bajêr û Pîrozgehê wêran bike. Wê dawiyeke wekî tofanê pêk were û wê şer jî heta dawiyê bidome. Biryara wêrankirinê jî hatiye dayîn.


Mirov di dilê xwe de gelek tiştan difikire, Lê ya ku dibe, armanca Xudan e.


Roja ez bang bikim, Dijminên min, wê bi şûn ve vekişin. Ez dizanim, Xwedê ji alî min e.


Hemû ji bo zordariyê tên. Wekî bayê beriyê pêş ve diçin, Wek sêlakê êsîran kom dikin.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite