Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Dadger 8:5 - Kurmanji Încîl

5 Gava ew gihîştin Sûkkotê, wî ji gelê bajêr re got: “Ji kerema xwe sominên nên bidin mirovên min, westiya ne. Ez didim pey Zevah û Salmunnayê padîşahên Mîdyaniyan.”

Gade chapit la Kopi




Dadger 8:5
11 Referans Kwoze  

Aqûb jî koçî Sûkkotê kir, li wê derê ji xwe re xanî ava kir û ji pezê xwe re gom çêkirin. Ji ber vê yekê ji wî cihî re Sûkkot tê gotin.


Xwedê ji ciyê xwe yê pîroz got: «Ezê şa bim, Şexemê parve kim, Berriya Sukkotê bipîvim.


Li ser vê yekê, Avîgayil yekser du sed nan, du meşk şerab, goştê pênc mihên amadekirî, pênc sea genimê qelandî, sed weşî mêwîj û du sed kadikên bastîqê hejîran hildan û li keran bar kirin.


Çimkî gava hûn ji Misrê derketin, ew bi av û nên nehatin pêşiya we. Wan Balamê kurê Beorê ji bajarê Petorê Aram-Naharayîmê bi pere girt ku naletê li we bike.


Padîşahê Şalêmê Melxîsedeq nan û şerab anîn. Ew kahinê Xwedayê Herî Berz bû.


Zevah û Salmunna bi artêşa wan a bi qasî panzdeh hezar zilaman re li Qarqorê diman. Tevahiya wan saxmayiyên artêşên gelên rojhilat bûn. Sed û bîst hezar zilamên çekdar ketibûn.


Zevah û Salmunna reviyabûn. Gîdyon da pey wan û herdu padîşahên Mîdyaniyan, girtin. Artêşa wan lerizî.


Gava hat ba gelê Sûkkotê, Gîdyon got: “We ji min re got: ‘Ma te Zevah û Salmunna dîl girtin ku em nên bidin zilamên te’ û we tinazê xwe bi min kir. Va ne Zevah û Salmunna!”


Milyaketê Xudan got: ‘Naletê li Mêrozê bînin, Naleta giran li ser şêniyên wê be. Çimkî ew nehatin alîkariya Xudan, Li dijî zordaran, ew nehatin alîkariya Xudan.’


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite