9 Deborayê got: “Baş e, ezê bi te re bêm. Lê riya ku te xwestiye wê te birûmet neke. Çimkî wê Xudan Sîsera bide destê jinekê.” Îcar Debora rabû û pê re çû Qedeşê.
“Loma gotina Xwedayê Îsraêl Xudan ev e: ‘Bi rastî jî min gotibû ku mala te û mala bav û kalên te heta hetayê wê bi min re bimeşin.’ Lê niha gotina Xudan ev e: ‘Bila ev ji min dûr be! Kesê ku min rûmetdar bike, ezê jî rûmetdar bikim. Lê kesê ku min nehesibîne, wê biçûk bê xistin.
Li ser vê yekê hêrsa Xudan li dijî gelê Îsraêl rabû û wî ew dan destê talankarên wan. Wî ew firotin destê dijminên derdora wan ku nikaribûn li ber dijminên xwe bisekinin.
Avîmelek di cih de gazî xulamê xwe yê ku çekan hildigire kir û got: “Şûrê xwe bikişîne û min bikuje. Bila kes li ser min nebêje: ‘Jinekê ew kuşt.’” Xulam lê xist û kuşt.