6 Rojekê Deborayê şand pey Baraqê kurê Avînoemê ji Qedeş-Nefteliyê û jê re got: “Xwedayê Îsraêl Xudan li te emir dike û dibêje: ‘Rabe, ji eşîrên Neftelî û Zevûlon deh hezar kesan hilde û here Çiyayê Tavorê.
Wî ji Zevah û Salmunna re got: “Zilamên ku we li Tavorê kuştin mirovên çawa bûn?” Wan got: “Tu çawa bî, ew jî wisa bûn. Dirûvê zarokên padîşahan bi her yekî ji wan diket.”
“Ya kahinno, guh bidin vê yekê! Ya Mala Îsraêl, baş guhdarî bikin! Ya kesên li qesra padîşah bibihîzin! Çimkî ev hikim li ser we ye. Hûn li Mîspayê bûn dafik, Li Çiyayê Tavorê bûn toreke raxistî.
Gotina Padîşahê ku navê wî Xudanê Karîndar e, ev e: “Ez bi serê xwe kim, Çiyayê Tavorê di nav çiyayan de çawa be, Çiyayê Karmelê li kêleka deryayê çawa be, Êrîşkarekî ewqasî mezin tê.
Ji wir tê pêşde herî û darmaziya li Tavorê bibînî. Tê li wir rastî sê kesan werî ku hevrazê Bêt-Êlê dibin ji bo ku herin hizûra Xwedê. Di destê yekî de sê karik, di destê yê din de sê nan û di destê yê sisêyan de jî sê meşk şerab hene.
ji eşîra Neftelî, Qedeşa bajarê sitargeha kesên bûne sedema mirina kesên din û mêrgên wî ku li herêma Celîleyê, Hammot-Dor û mêrgên wî û Qartan û mêrgên wî; sê bajar.
Gîdyon qasid şandin seranserê welatê Minaşşeyiyan û ew jî li pey wî civiyan. Wî qasid şandin ba eşîrên Aşêr, Neftelî û Zevûlon û ew jî hatin pêşwaziya wî.