22 Baraqê ku dida pey Sîsera hat. Yael jî hat pêşwaziya wî û jê re got: “Ka were, ez zilamê tu lê digerî nîşanî te bidim.” Ew ket konê wê û dît ku Sîsera ketiye û miriye. Singek di cênîka wî de çikandî bû.
Lê Yaela jina Hever singekî kon û çakûç hilda. Ew hêdî çû ba Sîserayê ku westiyaye û di xewê re çûye. Wê sing danî ser cênîka wî û heta ku di erdê re derket kuta. Bi vî awayî Sîsera mir.