Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Dadger 4:15 - Kurmanji Încîl

15 Li ber Baraq, Xudan Sîsera, hemû erebeyên wî yên şer û tevahiya artêşa wî kirin nav tirs û sawê. Sîsera ji erebeya xwe ya şer peya bû û reviya.

Gade chapit la Kopi




Dadger 4:15
8 Referans Kwoze  

Xudan ew li ber Îsraêliyan şaş kirin û Îsraêliyan li Gîvonê bi dijwarî ew têk birin. Wan di berjorê Bêthoronê re da pey wan û heta Ezêqa û Maqqêdayê li wan xist.


Û hê ez çi bêjim? Eger ez tiştên li ser Gîdeyon, Baraq, Şimşon, Yêfta, Dawid, Samûêl û li ser pêxemberan bêjim, dema min têrê nake.


Çimkî Reb ji artêşa Aramiyan re dengê qelebalixa erebe, qelebalixa hespan û qelebalixeke mezin a leşkeran dabû guhdarîkirin. Wan ji hev re got: “Va ye Padîşahê Îsraêlê, padîşahên Hîtîtiyan û padîşahên Misriyan kirê kirine ku bi ser me de werin.”


Wê Xwedayê we Xudan wan bide ber we. Wê heta ku tune bin, bi saweke tirsdar şaş bikin.


Gava Samûêl ev yek dikir, Filîstî ji bo êrîşê nêzîk bûbûn. Lê Xudan wê rojê bi dengê bilind kir qîrîn û Filîstî pir tirsiyan. Ew li dijî gelê Îsraêl şikestin.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite