Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Dadger 21:8 - Kurmanji Încîl

8 Piştre wan got: “Ji eşîrên Îsraêl kî li Mîspayê derneket hizûra Xudan?” Wan fêm kir ku ji Yavêş-Gîladê tu kes nehatiye civîna li artêşgehê.

Gade chapit la Kopi




Dadger 21:8
9 Referans Kwoze  

Ji bo kesên sax mane, em çawa bikin ku wan bizewicînin? Çimkî me bi navê Xudan sond xwar ku emê keçên xwe nedin wan.”


Çimkî gava gel hat hejmartin, tu şêniyê Yavêş-Gîladê nehat dîtin.


Cotek ga hildan û ew perçe kirin. Bi destê qasidan, ew perçe şandin seranserê welatê Îsraêl û wiha got: “Her kesê ku nede pey Şawûl û Samûêl, wê wiha were ser gayên wî jî.” Tirsa Xudan kete ser gel. Gotina xwe kirin yek û bi hev re çûn.


Lê gava Yavêş-Gîladiyan bihîst ku Filîstiyan ev tişt aniye serê Şawûl,


Milyaketê Xudan got: ‘Naletê li Mêrozê bînin, Naleta giran li ser şêniyên wê be. Çimkî ew nehatin alîkariya Xudan, Li dijî zordaran, ew nehatin alîkariya Xudan.’


Ji qasidên Yavêşî re wiha gotin: “Ji xelkê Yavêş-Gîladê re bêjin: ‘Heta sibê nîvro hûnê rizgar bibin.’” Gava qasid çûn û ev xeber gihandin wan, Yavêşî gelekî kêfxweş bûn.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite