Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Dadger 21:3 - Kurmanji Încîl

3 Wan got: “Ya Xwedayê Îsraêl Xudan! Çima ev yek çêbû ku îro ji gelê Îsraêl eşîrek kêm bû?”

Gade chapit la Kopi




Dadger 21:3
9 Referans Kwoze  

Gava ez li ber te dozê vekim, Tu mafdar î, ya Xudan. Lê bihêle, ez bi te re li ser edaletê bipeyivim. Çima riya xeraban bi xêr e? Her bêbext ji bo çi rihet e?


Ya Xudan, tu ji bo çi me ji riyên xwe averê dikî? Çima tu dilê me hişk dikî ku em ji te netirsin? Ji bo xatirê xulamên xwe, Ji bo eşîrên ku mîrasa te ne bi şûn de were!


Ehmeqiya mirovan riya wan serobino dike, Lê dîsa jî, ji Xudan dixeyidin.


Bo çi te xera kir sêncên wê? Hemû rêwî tirî jêdikin ji wê,


Ey Xwedê, ji bo çi te em her û her berdan? Çima hêrsa te, li hember miyên mêrga te pêt dide?


Wê hemû milet bêjin: ‘Çima Xudan ev yek anî serê vî welatî? Ev hêrsa mezin çima rabû?’


Paşê gelê Îsraêl hat Bêt-Êlê, heta êvarê li wir li hizûra Xwedê rûnişt û bi dengekî bilind giriya.


Dotira rojê serê sibê zû rabûn. Piştî wan li wir gorîgehek çêkir, qurbanên aştiyê û şewitandinê jî pêşkêş kirin.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite