Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Dadger 21:21 - Kurmanji Încîl

21 û binêrin. Dema keçên Şîloyî dest bi govendan bikin, ji nav rezan derkevin, her yek ji we ji xwe re keçeke Şîloyî birevîne û bibe welatê Binyamîn.

Gade chapit la Kopi




Dadger 21:21
13 Referans Kwoze  

Yîftah vegeriya mala xwe ya li Mîspayê. Dît ku keça wî li defê dixe, direqise û tê pêşiya wî. Ew zaroka wî ya yekta bû. Ji xeynî wê ne kur, ne jî keça wî hebû.


Xwişka Harûn, Mîryama Pêxember def da destê xwe û hemû jin bi reqs û bi defan li pey wê çûn.


Lê divê ew pêşî gelek êşan bikişîne û ji aliyê vî nifşî ve bê redkirin.


Îcar li hember mirovan hay ji xwe hebin. Çimkî ewê we bidin destê civînên giregiran û di kinîştên xwe de bidin ber qamçiyan;


Wî çaxî wê keç bikevin govendê, Wê xort û kal şahî bikin. Ezê şîna wan bikim kêfxweşî Û ji ber kul û kederan, wan teselî û şa bikim.


Dema girînê û dema kenînê, Dema şînê û dema şahiyê,


Bi tefê û bi reqsê pesnê wî bidin! Bi saz û bi neyê pesnê wî bidin!


Bila bi reqisînê pesnê navê wî bidin, Bila bi tef û bi çengê jê re bistirin!


Dawid got: “Ez li ber Xudan reqisîm. Çimkî wî ez li cihê bavê te û hemû ziriyeta wî hilbijartim û wekî serwer li ser gelê xwe Îsraêl şandim! Helbet ezê li ber Xudan bireqisim!


Dawidê ku kirasê kahintiyê yê kitan li xwe kiribû, li hizûra Xudan bi hemû hêza xwe direqisî.


Dema ku Dawid Golyatê Filîstî kuşt, di vegerê de ji hemû bajaran jinên Îsraêlî bi def û tembûrên xwe yên sê têlî, bi kêf û şahî, bi govend û stranan pêşwaziya Şawûlê Padîşah kirin.


Bi vî awayî wan li Binyamîniyan emir kir û got: “Herin di nav rezan de xwe veşêrin


Vegere, vegere keça Şûlamî! Vegere, vegere em li te binêrin. Çawa ku kes li govenda Mahanayîmê dinêrin, Çima hûn li keçika Şûlamî dinêrin?


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite