Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Dadger 21:14 - Kurmanji Încîl

14 Wê gavê Binyamînî vegeriyan. Gelê Îsraêl keçên ku ji Yavêş-Gîladê sax hiştine dan wan. Lê têra wan nekir.

Gade chapit la Kopi




Dadger 21:14
7 Referans Kwoze  

Lê ji ber fuhûşê, bila jina her mêrî bi xwe û mêrê her jinê bi xwe hebe.


Wan ji nav şêniyên Yavêş-Gîladê, çar sed keçên ku nezewicîne dîtin û anîn artêşgeha Şîloyê ku li welatê Kenanê ye.


Lê şeş sed kes reviyabûn çolê û çar mehan li Zinarê Rîmmonê mabûn.


Piştre wan got: “Ji eşîrên Îsraêl kî li Mîspayê derneket hizûra Xudan?” Wan fêm kir ku ji Yavêş-Gîladê tu kes nehatiye civîna li artêşgehê.


Tevahiya civakê zilam şandin ba Binyamîniyên ku li Zinarê Rîmmonê dimînin. Wan xwest ku bi wan re li hev werin.


Gel li ber Binyamîniyan ket. Çimkî Xudan yekîtiya navbera eşîrên Îsraêl xera kiribû.


Heke bav û birayên wan hatin ba me û gilî kirin, emê ji wan re bêjin: ‘Ji bo xatirê me, wan bibexişînin! Jinên ku me bi şer standin, têra wan nekir. Herwiha hûnê li ser sonda xwe sûcdar nebin, çimkî we bi dilxwazî keçên xwe neda wan.’”


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite