13 Tevahiya civakê zilam şandin ba Binyamîniyên ku li Zinarê Rîmmonê dimînin. Wan xwest ku bi wan re li hev werin.
Lê şeş sed kes reviyabûn çolê û çar mehan li Zinarê Rîmmonê mabûn.
“Beriya hûn li dijî bajarekî herin şer, doza aştiyê li bajêr bikin.
Îcar ew hat, Mizgîniya aştiyê hem ji we yên ku dûr bûn re û hem jî ji yên nêzîk re da.
Û kîjan mala hûn bikevinê, pêşî bêjin: ‹Silamet li ser vê malê.›
Yê ku fêkiyê lêvan diafirîne ez im.” Xudan dibêje: “Aştî li ser yê ku dûr e Û aştî li ser yê ku nêzîk e. Ezê şifayê bidim hemûyan.”
Levaot, Şîlhîm, Eyîn û Rîmmon; bi gundên xwe ve bîst û neh bajar.
Kesên sax man, ber bi çolê, bi aliyê Zinarê Rîmmonê ve reviyan. Gelê Îsraêl, li ser rê pênc hezar kes jî, ji wan kuştin. Wan heta Gîdomê da pey kesên mayî û li wir jî du hezar kesên din raxistin erdê.
Wan ji nav şêniyên Yavêş-Gîladê, çar sed keçên ku nezewicîne dîtin û anîn artêşgeha Şîloyê ku li welatê Kenanê ye.
Wê gavê Binyamînî vegeriyan. Gelê Îsraêl keçên ku ji Yavêş-Gîladê sax hiştine dan wan. Lê têra wan nekir.