Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Dadger 21:12 - Kurmanji Încîl

12 Wan ji nav şêniyên Yavêş-Gîladê, çar sed keçên ku nezewicîne dîtin û anîn artêşgeha Şîloyê ku li welatê Kenanê ye.

Gade chapit la Kopi




Dadger 21:12
8 Referans Kwoze  

Tevahiya civaka Îsraêl li Şîloyê civiya û Konê Hevdîtinê li wê derê danî. Tevahiya welêt di bin destê wan de bû,


“‘Niha herin cihê min ê ku li Şîloyê bû. Min pêşî li wir navê xwe bicih kiribû. Bibînin ka min ji ber xerabiya gelê xwe Îsraêl çi anî serê wê derê.’”


Konê ku li nav mirovan danîbû, Warê Şîlo terikand.


Paşê gelê Îsraêl çû Bêt-Êlê. Li hizûra Xudan heta êvarê giriya. Ji Xudan pirs kir û got: “Ma em dîsa li dijî pismamên xwe Binyamîniyan şer bikin?” Xudan got: “Erê, li dijî wan şer bikin.”


Gelê Îsraêl rabû çû Bêt-Êlê. Li wir, wan ji Xwedê pirsî û got: “Kî ji me wê pêşî here û li dijî Binyamîniyan şer bike?” Xudan got: “Wê eşîra Cihûda pêşî here.”


Piştre wan got: “Ji eşîrên Îsraêl kî li Mîspayê derneket hizûra Xudan?” Wan fêm kir ku ji Yavêş-Gîladê tu kes nehatiye civîna li artêşgehê.


Ya ku hûnê bikin ev e: Hemû mêran û hemû jinên ku destê mêran pê bûye bikujin.”


Tevahiya civakê zilam şandin ba Binyamîniyên ku li Zinarê Rîmmonê dimînin. Wan xwest ku bi wan re li hev werin.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite