Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Dadger 19:15 - Kurmanji Încîl

15 Ji bo ku şeva xwe li Gîvayê biborînin, ji rê averê bûn. Ew ketin bajêr û li meydana bajêr rûniştin. Çimkî tu kesî ew nehewandin.

Gade chapit la Kopi




Dadger 19:15
9 Referans Kwoze  

Lêwiyî got: “Em ji Bêtlehema Cihûdayê derbasî pişta herêma çiyayî ya Efrayîmê dibin. Ez ji wê derê me. Ez çûbûm Bêtlehema Cihûdayê, lê niha vedigerim mala xwe. Kesî em nehewandin.


Mêvanperweriyê ji bîr nekin. Çimkî bi vê yekê hinekan bê ku bizanin milyaket kirin mêvan.


Ez xerîb bûm, we ez nehewandim. Ez tazî bûm, we ez bi cil nekirim. Ez nexweş û di zîndanê de bûm, hûn nehatin ba min.›


Çimkî ez birçî bûm, we xwarin da min; ez tî bûm we av da min; ez xerîb bûm we ez hewandim;


Bi vî awayî wan berdewam kir. Gava nêzîkî bajarê Gîvaya Binyamîniyan bûn, roj çû ava.


Evarê, kalemêrek ji karê zeviya xwe vedigeriya. Ew ji herêma çiyayî ya Efrayîmê bû, lê li Gîvayê dima. Xelkê bajêr Binyamînî bûn.


Lêwiyiyê mêrê jinika kuştî, bersiv da û got: “Ez û cariyeya xwe ketin bajarê Gîvaya Binyamîniyan ku em şevê derbas bikin.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite