Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Dadger 19:12 - Kurmanji Încîl

12 Lê Xweyî got: “Emê nekevin bajarekî xerîban. Ew ne ji gelê Îsraêl in. Emê berdewam bikin û herin Gîvayê.”

Gade chapit la Kopi




Dadger 19:12
9 Referans Kwoze  

Gava nêzîkî Yevûsê bûn, roj li ber avabûnê bû. Xulam ji xweyê xwe re got: “Ji kerema xwe, em herin vî bajarê Yevûsiyan û şeva xwe li vir biborînin.”


Bi ser de got: “Were, em nêzîkî Gîvayê yan Ramayê bibin. Emê li yekî ji wan şeva xwe biborînin.”


Wek di rojên Gîvayê de, Her ku çû dilê wan xerabtir bû. Xwedê wê neheqiyên wan bi bîr bîne, Cezayê gunehên wan bide.


Gîvon, Rama, Beêrot,


Sêla, Haelef, Yevûs –ku Orşelîm e– Gîva û Qîryat; bi gundên xwe ve çardeh bajar. Mîrasa binemalên Binyamîniyan ev bû.


Şawûl jî çû mala xwe ya li Gîvayê. Mêrxasên ku Xwedê xistibû dilê wan jê re hevaltî kirin.


wî ji nav gel sê hezar kes hilbijartin. Ji wan, du hezar kes li Mîkmasê û li herêma çiyayî ya Bêt-Êlê pê re bûn. Hezarê din jî li bajarê Gîvayê yê welatê Binyamîn bi Yonatan re bûn. Kesên din jî wî şandin konên xwe.


Ew ji gelî derbas bûn Û li Gevayê konên xwe vedan. Rama ji tirsan lerizî, Gîvaya Şawûl jî reviya.


“Li Gîvayê li boriyê, Li Ramayê li zirneyê bixin! Banga şer li Bêtawenê bikin, Binyamînîno! Dijmin li pey we ye!


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite