Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Dadger 18:7 - Kurmanji Încîl

7 Her pênc zilam rabûn çûn. Gava hatin Layîşê, wan dît ku xelkê bajêr wekî Saydayiyan xuya dibûn; bêxem, di aramî û ewlehiyê de dijîn. Xelkekî din ê ku li wan zorê dikir tunebû. Ew ji Saydayiyan dûr bûn û têkiliya wan bi kesekî re tunebû.

Gade chapit la Kopi




Dadger 18:7
13 Referans Kwoze  

Çaxê axa Daniyan ji destê wan derket, rabûn ku li dijî Leşemê şer bikin. Gava wan bajar desteser kir û gelê bajêr da ber şûran, ew der ji xwe re kir milk û tê de rûniştin. Wan navê bavkalê xwe Dan li Leşemê danî.


Çiqas rûmet dabe xwe û kêf û şahî kiribe, Ewqas cefa û xemgîniyê bidin wê. Çimkî di dilê xwe de dibêje: ‹Ez bi şahbanûyî rûdinim, Ez ne jinebî me Û ez tu caran şînê nagirim.›


an jî dixwazî bila ew waliyên ku ji aliyê wî ve hatine şandin bin, da ku xerabkaran ceza bikin û rûmetê bidin qencîkeran.


Çimkî hukumdar ne ji bo karê qenc, lê belê ji bo karê xerab tirsdar in. Ma tu dixwazî ku ji hukûmetê netirsî? Tu ya qenc bike, tê ji aliyê wê ve bêyî pesindan.


Bavê wî tu caran erzê wî neşikandibû û jê re negotibû: “Te çima wiha kir?” Adoniya kurekî pir lihevhatî bû û piştî Avşalom hatibû dinyayê.


Min ji Elî re got ku ji ber sûcê ku haya wî jê heye, ezê malbata wî heta hetayê bidarizînim. Çimkî zarokên wî li dijî Xwedê bêrûmetî kirin. Elî rê li ber wan negirt.


Kahin ji wan re got: “Bi xêr û silamet herin. Çavê Xudan li ser riya we ye.”


Gava zivirîn Sora û Eştaolê û hatin ba birayên xwe, wan ji şandiyan re got: “Hûn çi hîn bûn?”


Li gorî navê bavkalê xwe yê ku li welatê Îsraêl çêbûbû, navê bajêr kirin Dan. Navê berê yê bajêr Layîş bû.


Ahav, çawa ku gunehên bi çûna Yarovamê kurê Nevat ne bes bin, rabû bi ser de jî keça Etbaalê Padîşahê Saydayiyan Îzabelê ji xwe re anî. Piştre ji Baal re xulamî kir û perizî wî.


Mêrgên baş û berdar peyda kirin. Welat berfireh, aram û rihet bû. Çimkî kesên berê li wir diman, ji nifşê Ham bûn.


Rabin, êrîşî miletekî bikin Ku di bêxemî û ewlehiyê de rûdine.” Ev e gotina Xudan. “Dergeh û zirzeyên wan tunene, Bi tena serê xwe rûdinin.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite