Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Dadger 18:3 - Kurmanji Încîl

3 Gava li mala Mîxa bûn, wan ji devoka wî fêm kir ku xortê ciwan ê Lêwiyî ne ji wir e. Ew çûn ba wî û got: “Kî tu anî vê derê? Tu li vir çi dikî? Karê te çi ye?”

Gade chapit la Kopi




Dadger 18:3
6 Referans Kwoze  

Piştî gavekê yên ku li wir bûn çûn ba Petrûs û gotin: «Bi rastî tu bi xwe jî yek ji wan î. Çimkî devoka te, te dide zanîn.»


‘Çi karê te li vir heye? Merivê te li vir heye Ku te li vir ji xwe re gor kola? Te li dera jor ji xwe re gor kola, Di zinarê bilindcî de ji xwe re avahî qewirand.


wan digot: “Baş e, ka bêje: ‘Şîbbolet.’” Wan digot: “Sîbbolet,” çimkî wan nikaribû bi devoka rast ev gotin bigotana. Li ser vê yekê wan ew digirtin û di bihorên Çemê Şerîayê de dikuştin. Wî çaxî çil û du hezar Efrayîmî ketin û mirin.


Aqûb nêzîkî bavê xwe Îshaq bû, bavê wî destê xwe pê kir û got: “Deng dengê Aqûb e, lê dest destên Esaw in.”


Bi vî awayî Daniyan ji eşîra xwe, ji bajarên Sora û Eştaolê pênc şervanên mêrxas şandin ku sixûrî û lêkolîna welêt bikin. Wan ji şandiyan re got: “Herin, lêkolîna welêt bikin.” Gava hatin mala Mîxa ya ku li herêma çiyayî ya Efrayîmê bû, ew li wir man.


Wî ji wan re hal û mesela Mîxa got: “Mîxa ez bi pere girtim. Ez kahinê wî me.”


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite