Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Dadger 18:27 - Kurmanji Încîl

27 Piştî tiştên ku Mîxa çêkirine û kahin birin, Daniyan êrîşî Layîşê kir ku aram û bêxem bûn. Wan gel da ber şûran û bajar şewitand.

Gade chapit la Kopi




Dadger 18:27
8 Referans Kwoze  

Her pênc zilam rabûn çûn. Gava hatin Layîşê, wan dît ku xelkê bajêr wekî Saydayiyan xuya dibûn; bêxem, di aramî û ewlehiyê de dijîn. Xelkekî din ê ku li wan zorê dikir tunebû. Ew ji Saydayiyan dûr bûn û têkiliya wan bi kesekî re tunebû.


Çaxê axa Daniyan ji destê wan derket, rabûn ku li dijî Leşemê şer bikin. Gava wan bajar desteser kir û gelê bajêr da ber şûran, ew der ji xwe re kir milk û tê de rûniştin. Wan navê bavkalê xwe Dan li Leşemê danî.


Gava hûn gihîştin wê derê, hûnê miletekî bêxem bibînin. Welat ji her aliyî ve fireh e. Xwedê ew der daye destê we. Kêmahiya wê derê tuneye, her tiştê dinyayê heye!”


Îsraêliyan hemû kesên di bajêr de dan ber şûran. Wan ew bi tevahî tune kirin. Tu kesê hilma xwe dide û distîne nema. Wan Hasor şewitand.


Wî ji bo Dan wiha got: “Dan ferxê şêr e Ku ji Başanê dipengize.”


“Dan, wekî eşîrên din ên Îsraêl, Wê gelê xwe rêve bibe.


Piştre Danî çûn. Çaxê Mîxa dît ku ew ji wan hêzdartir in, vegeriya mala xwe.


Gîdyon di riya koçeran a ji rojhilatê Novah û Yogbohayê re derbas bû û êrîşî artêşê kir. Wê gavê artêş bêxem bû.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite