23 Gava wan gazî Daniyan kir, Danî zivirîn. Wan ji Mîxa re got: “Çi bû? Te çima zilamên xwe civandin?”
Peyama li ser Geliyê Dîtiniyê: Niha çi bi te hat? Hûn çima hemû derketine ser banan?
Ey derya, çi bi te hat tu direvî? Ey Şerîa, tu çima şûn ve diherikî?
Padîşah jê re got: “Derdê te çi ye?” Jinikê got: “Vê jinikê ji min re gotibû: ‘Kurê xwe bide me ku em îro bixwin, emê kurê min jî sibê bixwin.’
Padîşah pirsî: “Te xêr e?” Jinikê got: “Ez jinebiyeke belengaz im. Mêrê min mir.
Di wê kêliyê de Şawûl li pey gayên xwe ji zeviyê vedigeriya. Wî got: “Çi qewimiye? Çima hûn wisa digirîn?” Tiştên ku Yavêşiyan gotibûn, jê re jî gotin.
Xwedê dengê kurik bihîst û milyaketê Xwedê ji ezmanan gazî Hacerê kir û got: “Çi bûye Hacer! Netirse, Xwedê dengê kurik ji wê derê bihîst.
Gava ew ji mala Mîxa dûr ketin, cîranên Mîxa rabûn, çûn ba wan.
Mîxa got: “We îlahên ku min çêkiribûn û kahinê min birin! We çi ji min re hişt? Hûn çawa ji min re dibêjin: ‘Te xêr e?’”