Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Dadger 18:2 - Kurmanji Încîl

2 Bi vî awayî Daniyan ji eşîra xwe, ji bajarên Sora û Eştaolê pênc şervanên mêrxas şandin ku sixûrî û lêkolîna welêt bikin. Wan ji şandiyan re got: “Herin, lêkolîna welêt bikin.” Gava hatin mala Mîxa ya ku li herêma çiyayî ya Efrayîmê bû, ew li wir man.

Gade chapit la Kopi




Dadger 18:2
20 Referans Kwoze  

Ruhê Xudan li Mahanê-Danê ya ku di navbera Sora û Eştaolê de ye pêşî ew hêzdar kir.


Yêşûyê kurê Nûn, ji Şîttîmê bi dizî du sixûr şandin û ji wan re got: “Herin welêt, bi taybetî li Erîhayê binêrin.” Ew jî bi rê ketin û çûn mala fahîşeyeke ku navê wê Rahav bû û wê şevê li wê derê man.


Li ser vê yekê ji eşîra Dan şeş sed zilam çekên xwe yên şer hildan û ji Sora û Eştaolê bi rê ketin.


Gava zivirîn Sora û Eştaolê û hatin ba birayên xwe, wan ji şandiyan re got: “Hûn çi hîn bûn?”


Gava Mûsa ew şandin ku lêkolîna welatê Kenanê bikin, wî ji wan re got: “Herin Negevê. Herin herêma çiyayî


An kîjan padîşah, çaxê here pêşiya padîşahekî din, da ku bi wî re bikeve cengê, pêşî rûnane, naşêwire, ka ji wî tê, ku ew bi deh hezaran here pêşiya wî yê ku bi bîst hezaran ve tê ser wî.


Pîlan bi şêwrê tên xurtkirin, Bi rêberên saxlem re here şêr.


Lêwiyî got: “Em ji Bêtlehema Cihûdayê derbasî pişta herêma çiyayî ya Efrayîmê dibin. Ez ji wê derê me. Ez çûbûm Bêtlehema Cihûdayê, lê niha vedigerim mala xwe. Kesî em nehewandin.


Di wan rojan de, gava li welatê Îsraêl padîşah tunebû, li pişta herêma çiyayî ya Efrayîmê Lêwiyiyek dima. Wî ji Bêtlehema Cihûdayê ji xwe re cariyeyek anîbû.


Hemû birayên Şîmşon û malbata bavê wî hatin. Wan ew hilanî û di navbera Sora û Eştaolê de di gora Manoahê bavê wî de veşart. Şîmşon bîst salan serweriya gelê Îsraêl kir.


Ji eşîra Dan, zilamekî Sorayî hebû. Navê wî Manoah bû. Jina wî kordunde bû û zarok nedianî.


Bajarên di nav sînorên mîrasa wan de ev bûn: Sora, Eştaol, Îr-Şemeş,


Wî çaxî xewna ku Ûsiv li ser wan dîtibû hat bîra wî. Rabû ji wan re got: “Hûn sixûr in! Hûn hatine bizanibin ka ku derê welatê me bêparastin e.”


Li herêma Şefêlayê, Eştaol, Sora, Aşna,


Li herêma çiyayî ya Efrayîmê zilamekî bi navê Mîxa hebû.


Gava li mala Mîxa bûn, wan ji devoka wî fêm kir ku xortê ciwan ê Lêwiyî ne ji wir e. Ew çûn ba wî û got: “Kî tu anî vê derê? Tu li vir çi dikî? Karê te çi ye?”


Wan ji Padîşahê Erîhayê re wiha got: “Îşev hinek Îsraêlî hatin ku li ser welatê me lêkolînê bikin.”


Ji wir, ew derbasî herêma çiyayî ya Efrayîmê bûn û hatin mala Mîxa.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite