Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Dadger 18:19 - Kurmanji Încîl

19 Wan jê re got: “Hiş be! Devê xwe bigire û bi me re were. Ji me re bibe şêwirmend û kahin. Ma ji bo te kîjan çêtir e? Kahintiya li mala zilamekî yan kahintiya ji tevahiya binemalek an eşîreke gelê Îsraêl re?”

Gade chapit la Kopi




Dadger 18:19
12 Referans Kwoze  

Serekan jî dengên xwe dibirîn Û destên xwe didan ber devên xwe.


Berê xwe bidin min! Şaş û metel bimînin, Dest bidin ser devê xwe.


Mîxa jê re got: “Li ba min bimîne. Ji bo min şêwirmendî û kahintiyê bike. Ezê nanê te bidim, salê destek cil û deh zîvan jî bidim te. Lêwiyî ev yek qebûl kir.”


Wê milet vê yekê bibînin Û tevî hemû xurtiya xwe şerm bikin. Wê destê xwe deynin ber devê xwe, Wê guhê wan ker bibe.


“Heke te bi xwebilindkirinê bêaqilî kiribe An jî te şêwra xerabiyê kiribe, Destê xwe bide ber devê xwe!


Û li ser rûyê erdê ji tu kesî re nebêjin ‹Bavo›, çimkî Bavê we yek e, Bavê ezmanî ye.


Êlîşa ket ber nexweşiyeke giran. Yehoaşê Padîşahê Îsraêlê çû ba wî, li ser wî giriya û got: “Wey bavo, wey bavo! Erebeya Îsraêlê û siwarên wê!”


Gava Padîşahê Îsraêlê ew dîtin ji Êlîşa re got: “Bavo, li wan bixim? Ez li van bixim?”


Gava ew ketin hundirê mala Mîxa û wan êfod, pûtên malê û pûtên rijandî û qewirandî anîn, kahin ji wan re got: “Hûn çi dikin?!”


Dilê kahin gelek şa bû. Wî êfod, pûtên malê û pûtê qewirandî hildan û ew bi hev re çûn.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite