12 Wan li nêzîkî bajarê Qîryat-Yearîma Cihûdayê artêşgeh ava kir. Ji ber vê yekê ji vê derê re îro jî Mahanê-Dan tê gotin. Ew li rojavayê Qîryat-Yearîmê ye.
Gelê Qîryat-Yearîmê hat Sindoqa Xudan hilda û ew bir mala Avînadav ku li ser girekî bû. Ji bo ku xweyîtî li Sindoqa Xudan bike Êlezarê kurê Avînadav kifş kirin.
Ji serê çiyê, sînor ditewiya, heta kaniya avên Neftoahê diçû û digihîşt bajarên Çiyayê Efronê. Li wir ew ber bi alî Baalayê ve –ku Qîryat-Yearîm e– ditewiya.