Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Dadger 16:6 - Kurmanji Încîl

6 Li ser vê yekê Delîla ji Şîmşon re got: “Ji kerema xwe ji min re bêje ev hêza te ya mezin ji ku tê û tu çawa dikarî werî girêdan û serî deynî?”

Gade chapit la Kopi




Dadger 16:6
12 Referans Kwoze  

Bawerî bi cîranê xwe neyînin, Bi dostê xwe ewle nebin. Li ba jina ku di paşila we de radize, Hay ji devê xwe hebin.


Li welêt dilsozê Xwedê tuneye, kesê dilrast nema. Her kes ji bo xwînrijandinê kemînê datîne, Bira li pêş birayê xwe dafik datîne.


Zimanê derewkar ji wan mirovan nefret dike ku wan diperçiqîne, Devê hîlekar jî hildiweşîne.


Devê jina çavlider çala kûr e, Kesê Xudan jê hêrs dibe dikeve wir.


Wê bi gotinên balkêş ew qane kir, Bi zimanşîrîniya xwe ew da pey xwe.


Çimkî ji ber pereyê fahîşeyekê, Mirov dibe hewceyî nên. Lê jina zinakar nêçîrvana canê mirovan e.


Herkes ji cîranê xwe re derew dibêje, Bi xweşekî, bi durûtî dibêje.


Begên Filîstî çûn ba jinikê. Wan jê re got: “Wî bixapîne û hîn bibe ka hêza wî ya mezin ji ku tê. Dibe ku em bêtesîr bikin, girê bidin û têk bibin. Her yek ji me, emê hezar û sed perçe zîv bidin te.”


Şîmşon got: “Heke min bi heft şivên ter girê bidin, ezê qels bibim û bibim wekî kesên din.”


Jina Şîmşon heta roja heftan li ber wî giriya. Lê di roja heftan de bersiva mamikê jê re got. Çimkî ew gelek bi ser wî de hatibû. Jinikê rabû bersiva mamikê ji xortan re got.


Li ser vê gotina min, wan çar caran xeber ji min re şand û min li gorî vê gotinê bersiva wan da.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite