5 Begên Filîstî çûn ba jinikê. Wan jê re got: “Wî bixapîne û hîn bibe ka hêza wî ya mezin ji ku tê. Dibe ku em bêtesîr bikin, girê bidin û têk bibin. Her yek ji me, emê hezar û sed perçe zîv bidin te.”
Roja çaran xortan ji jina Şîmşon re got: “Mêrê xwe bixapîne. Bila bersiva mamikê bide te. Yan na, emê te û malbata bavê te bişewitînin. Ma we em vexwendin ku hûn me bişelînin?”
a ku ji Çemê Şîhorê yê li rojhilatê Misrê, ber bi aliyê bakur ve heta sînorê Eqronê diçû û axa Kenaniyan tê hesibandin –pênc begîtiyên Filîstiyan hene; Xeza, Aşdod, Aşqelon, Gat û Eqron– axa Ewiyan,
Herdu destên wan ji bo karên xerab jêhatî ne! Serek diyarî, dadger jî bertîl dixwaze, Mezin ya ku dixwazin didin kirin. Bi vî awayî edaletê xera dikin.
Li ser vê yekê Axîş gazî Dawid kir û got: “Bi navê Xudanê Jîndar tu mirovekî rast î. Min dixwest tu bi min re beşdarî şer bibî. Ji roja ku tu hatî ba min heta niha, min tu tevgereke te ya çewt nedîtiye. Lê begên Filîstiyan ji te hez nekirin.
Wî ji diya xwe re got: “Hezar û sed perçe zîvê ku ji te hatibû dizîn, te ji ber wan nalet anîbû û min bi xwe jî bihîstibû, niha li ba min in. Min ew zîv dizîbûn.” Diya wî got: “Kurê min, Xudan te pîroz bike!”