Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Dadger 16:30 - Kurmanji Încîl

30 Şîmşon got: “Bila ez jî bi Filîstiyan re bimirim” û hemû hêza xwe da stûnan. Perestgeh bi ser hemû begên Filîstî û her kesê di hundir de hilweşiya. Hejmara kesên ku wî bi mirina xwe kuştibû, ji hejmara kesên ku wî di saxiya xwe de kuştibû, zêdetir bû.

Gade chapit la Kopi




Dadger 16:30
21 Referans Kwoze  

Wî xwe nizim kir, îtaet kir û çû mirinê, Heta çû mirina li ser xaçê.


Çimkî kî ku bixwaze jiyana xwe xilas bike, ewê wê winda bike; lê kî ku jiyana xwe di ber min de winda bike, ewê wê bibîne.


Hûn bi xwe qenc dizanin, ka diz bi şev çawa tê, Roja Xudan wê wisa bê.


Bi vê yekê wî serwer û desthilatî bêçek kirin û li ser xaçê li hember wan bi serfirazî bi ser ket, bi eşkereyî wî ew raxistin ber çavan.


Çimkî ew ji bo karê Mesîh nêzîkî mirinê bû, ji bo xizmeta ku we nikaribû hûn ji bo min bikin, wî canê xwe xist talûkê.


Lê belê, eger xwîna min li ser gorî û xizmeta baweriya we wek pêşkêşekê bê rijandin jî, ezê şa bim û ezê bi we hemûyan re şa bim.


Hingê Pawlos bersîv da û got: «Ev çi ye hûn dikin; hûn digirîn û dilê min dişikênin? Ez ne tenê ji girêdanê re, lê ez di ber navê Xudan Îsa de li Orşelîmê ji mirinê re jî amade me.»


Lê belê ez tu qîmetê nadim xwe bi xwe; armanca min bi tenê ev e ku ez berpirsiyariya xwe û wê xizmeta ku min ji Xudan Îsa standiye bînim serî, ku ez şahidiya Mizgîniya kerema Xwedê bikim.


Çimkî mirov bi dema xwe nizane. Masî çawa dikevin torê Û çivîk dikevin dafikê, Gava dema xerab jinişkave hat, Mirov jî wisa tên girtin.


Wek dîwarek xwarbûyî, wek sêncek ji ciyê xwe çûyî, Heta kîngê, hemû bi hev re, Ji bo pelçiqandinê, Hûnê êrîş bikin ser wî?


Gelo felaket bi ser neheqan de Û bela bi ser kesên xerabiyê dikin de nayê?


Şahiya xeraban kurt e, Şabûna xwedênenasan hema gavek e.


Ezê dijminatiyê bixim navbera te û jinê, Navbera ziriyeta te û ya wê. Wê serê te biperçiqîne, Tê jî êrîşî pehniya wî bikî.”


Şîmşon hestiyê erçena kerekî dît ku nû mirar bûye. Destê xwe dirêj kir, ew hilda û pê hezar kes kuştin.


Şîmşon ji serî heta binî, bi dijwarî êrîşî wan kir û gelek kes kuştin. Piştre ew çû Zinarê Êtamê û li şikefteke zinaran ma.


Ruhê Xudan bi hêzeke mezin hat ser Şîmşon. Rabû çû Aşqelonê. Wî sî kes kuştin, malên wan talan kir û kincên wan da xortên ku bi mamikê derxistine. Ew bi hêrs vegeriya mala bavê xwe.


Gava ew di nav herdu stûnên perestgehê de sekinî, destê xwe yê rastê spart yekê û yê çepê jî spart yê din.


Hemû birayên Şîmşon û malbata bavê wî hatin. Wan ew hilanî û di navbera Sora û Eştaolê de di gora Manoahê bavê wî de veşart. Şîmşon bîst salan serweriya gelê Îsraêl kir.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite