Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Dadger 16:28 - Kurmanji Încîl

28 Şîmşon li Xudan kir hewar û got: “Ya Reb Xudan, ji kerema xwe min bi bîr bîne. Ya Xwedê, ji bo carekê tu min hêzdar bike, ez tola herdu çavên xwe bi derbekê ji Filîstiyan hilînim.”

Gade chapit la Kopi




Dadger 16:28
19 Referans Kwoze  

Ya Xudan, tu vê dizanî! Min bi bîr bîne, li min xweyî derkeve. Heyfa min ji zordarên min bistîne. Di sebra te de min ji mirinê re nehêle, Bizanibe ez ji bo xatirê te hatim riswakirin.


Bi kerema xwe, Tu helaq bike dijminên min, Tune bike, hemû yên ku tengahiyê didin min, Çimkî ez evdê te me.


Wan bi dengekî bilind gazî kir û gotin: «Ey Xudanê hukumdar! Tu pîroz û rastîn î. Ma heta kengê tu dîwanê nakî û tu heyfa xwîna me ji wan ên ku li dinyayê rûdinin nastînî?»


Ewê bangî min bike, ezê wî bibersivînim, Di tengahiyê de li ba wî bimînim, Ezê wî azad kim, berziyê jê re bînim.


Di roja xwe ya teng de gazî min bike, Ezê te rizgar bikim, tê rûmetê bidî min.


Skenderê sifirker gelek xerabî li min kir. Xudan wê li gor kirinên wî bide wî.


Hingê min bangî navê Xudan kir, «Eman, ya Xudan tu canê min azad ke!»


Şîmşon gelek tî bûbû. Gazî Xudan kir û got: “Te bi destê xulamê xwe rizgariya mezin anî. Ma ezê niha ji tîbûnê bimirim û bikevim destê bêsinetan?!”


Ya Xudan, bila hemû dijminên te wiha tune bibin. Lê hezkiriyên te bila wekî rojê bibiriqin.” Piştî vê yekê welat çil salan di nav aştiyê de ma.


Û hê ez çi bêjim? Eger ez tiştên li ser Gîdeyon, Baraq, Şimşon, Yêfta, Dawid, Samûêl û li ser pêxemberan bêjim, dema min têrê nake.


Gava hêza min nema, min Xudan bi bîr anî. Duaya min a ji bo te Gihîşt perestgeha te ya pîroz.


Perestgeh bi jin û mêran tije bû. Hemû begên Filîstiyan jî li wê derê bûn. Sê hezar jin û mêrên li ser banê avahiyê temaşeyî rewşa Şîmşon dikir.


Gava ew di nav herdu stûnên perestgehê de sekinî, destê xwe yê rastê spart yekê û yê çepê jî spart yê din.


Rabe ya Xwedê, destê xwe bilind ke ya Xudan! Tu ji bîr neke bindestan!


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite