Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Dadger 16:18 - Kurmanji Încîl

18 Gava Delîla dît ku Şîmşon tevahiya dilê xwe jê re vekir, şand pey begên Filîstî û got: “Vê carê jî werin, çimkî wî tevahiya dilê xwe ji min re vekir.” Begên Filîstî hatin ba jinikê û zîv jî bi xwe re anîn.

Gade chapit la Kopi




Dadger 16:18
11 Referans Kwoze  

Çimkî hezkirina peran çavkaniyeke her cûreyê xerabiyê ye. Hinekan dilê xwe birin vê yekê, ji baweriyê ketin û bi gelek êşan cefa dan xwe bi xwe.


û ji wan pirsî: «Eger ez wî bidim destê we hûnê çi bidin min?» Îcar wan jî sî zîv hejmartin û danê.


Begên Filîstî çûn ba jinikê. Wan jê re got: “Wî bixapîne û hîn bibe ka hêza wî ya mezin ji ku tê. Dibe ku em bêtesîr bikin, girê bidin û têk bibin. Her yek ji me, emê hezar û sed perçe zîv bidin te.”


Vê yekê qenc bizanin ku di Padîşahiya Mesîh û Xwedê de mîrasa tu mirovê fuhûşker, nepak an jî mirovê çavbirçî yanî pûtperest, tune.


Gotinên fitnekaran wekî pariyê şîrîn e, Heta dil û hinavan diçe.


Zarokên xelqê tenê hilmek in, Beyzade jî derew, Gava ku ketin mêzînê, Herdû jî siviktir in ji hilmê.


Ahav ji Êlyas re got: “Ya dijminê min, tu hatî dîtina min?” Wî got: “Belê ez hatim dîtina te. Çimkî te xwe firot ku tu tiştên di çavê Xudan de xerab in bikî.


Rîspiyên Moav û Mîdyanê heqê falbaziyê stand û çûn. Ew hatin ba Balam û gotinên Balaq jê re gotin.


Wî tevahiya dilê xwe ji jinikê re vekir û got: “Gûzan qet bi serê min neketiye. Çimkî hê ez di zikê diya xwe de ji Xwedê re hatime veqetandin. Heke ez serê xwe kur bikim, wê hêza min ji min here, ezê qels bibim û bibim wekî kesên din.”


Delîla, Şîmşon li ser çokên xwe kir xewê, gazî zilamekî kir û wî heft keziyên serê wî kur kirin. Ew qels bû û ji hêza xwe ket.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite