Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Dadger 16:15 - Kurmanji Încîl

15 Delîla jê re got: “Dilê te ne bi min re ye. Tu çawa dikarî ji min re bibêjî: ‘Ez ji te hez dikim?’ Ev bû sê caran tu min dixapînî, te ji min re negot ev hêza te ya mezin ji ku derê tê.”

Gade chapit la Kopi




Dadger 16:15
18 Referans Kwoze  

Jina Şîmşon li ber wî giriya û got: “Tu ji min nefret dikî, tu ji min hez nakî! Te ji xortên gelê min re mamikek got lê tu bersiva wê ji min re nabêjî.” Şîmşon got: “Ez ji dê û bavê xwe re nabêjim, ma ezê ji te re bêjim?”


Çimkî hezkirina Xwedê ev e, ku em emrên wî bînin cih. Û emrên wî ne giran in.


Eger hûn emrên min bînin cih, hûnê di hezkirina min de bimînin; çawa ku min emrên Bav anîn cih û ez di hezkirina wî de dimînim.


«Eger hûn ji min hez dikin, hûnê emrên min bînin cih.


Lawo, dilê xwe bide min, Bila çavê te baş binêre li riyên min.


Wê şehrezayî te ji jina çavlider, Ji zimanşîrîniya jina bêwefa rizgar bike.


Avşalom ji Huşay pirs kir: “Girêdayîna te bi hevalê te re ev e? Tu çima bi hevalê xwe re neçûyî?”


Hûnê ji Xwedayê xwe Xudan bi hemû dilê xwe, bi hemû canê xwe û bi hemû hêza xwe hez bikin.


Aqûb ji bo Rahêlê heft salan xebitî. Lê ev jê re wekî çend rojan bû. Çimkî wî ji Rahêlê gelekî hez dikir.


Gava Şîmşon radiza Delîla heft keziyên serê wî bi qumaşê tevnê ve honandin û bi kutekên tevnê ve girê dan. Piştre got: “Şîmşon, Filîstî bi ser te de hatin!” Paşê Şîmşon ji xewê hişyar bû, keziyên xwe ji qumaş û kutekên tevnê rizgar kirin.


Jinikê bi van gotinan her roj bi ser Şîmşon de çû û serê wî êşand. Piştre Şîmşon li ber xwe neda.


Li ser vê gotina min, wan çar caran xeber ji min re şand û min li gorî vê gotinê bersiva wan da.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite