11 Şîmşon got: “Heke min bi werîsên ku nehatine xebitandin girê bidin, ezê qels bibim û bibim wekî kesên din.”
Loma derewan ji xwe dûr bixin û «her yek ji we bi cîranê xwe re rastiyê bipeyivin,» çimkî em endamên hev in.
Tirsa mirovan dafik e, Lê kesê bi Xudan ewle ye, di ewlehiyê de ye.
Kesên rast ji derewan nefret dike, Kirinên xeraban rûreşî û şermezarî ye.
Kesê devê xwe digire, canê xwe diparêze, Lê kesê devê xwe nagire, helak dibe.
Wan got: “Baş e. Emê te girê bidin û bidin destê wan. Emê te nekujin.” Wan ew bi du werîsên nû girê da û ji şikefta zinêr derxist.
Delîla jê re got: “Te ez xapandim û derew li min kir. Ji kerema xwe ji min re bêje, ka tu dikarî bi çi werî girêdan?”
Îcar Delîla werîsên nû hildan, bi wan Şîmşon girê da û got: “Şîmşon, Filîstî bi ser te de hatin!” Zilam hê di odeya navîn de di kemînê de rûniştî bûn. Şîmşon ew werîs wekî şerîdekê ji ser milên xwe qetandin û avêtin.