Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Dadger 15:8 - Kurmanji Încîl

8 Şîmşon ji serî heta binî, bi dijwarî êrîşî wan kir û gelek kes kuştin. Piştre ew çû Zinarê Êtamê û li şikefteke zinaran ma.

Gade chapit la Kopi




Dadger 15:8
9 Referans Kwoze  

Min gel bi hêrsa xwe perçiqandin, Min bi xezeba xwe ew serxweş kirin Û xwîna wan rijand erdê.”


“Min mehserê bi tena serê xwe guvaşt Û li ba min ji gelan tu kes tunebû. Min bi hêrsa xwe ew guvaştin Û min bi xezeba xwe ew perçiqandin. Ava wan pijiqî ser cilên min Û hemû cilên min edimîn.


Wê destê Xudan li ser vî çiyayî bimîne. Çawa ka di loda hokê de tê perçiqandin, Wê Moav jî li cihê xwe bê perçiqandin.


hêza êgir temirandin, ji devê şûr filitîn, di bêhêziyê de hêz standin, di şer de bûn yên xurt, ordiyên biyaniyan belav kirin.


Şîmşon ji wan re got: “Madem we wiha kir, heta ku ez tola xwe ji we nestînim, ez nasekinim.”


Filîstî çûn Cihûdayê, artêşgehek ava kir û li herêma Lehiyê belav bûn.


Sê hezar Cihûdayî çûn şikefta li zinarê Êtamê û ji Şîmşon re got: “Ma tu nizanî ku Filîstî serwerên me ne? Ev çi bû te anî serê me?” Wî got: “Wan çi bi min kiribe, min jî ew bi wan kir.”


Cihûdayiyan got: “Hûn çima bi ser me de hatin?” Filîstiyan got: “Em hatin ku Şîmşon bigirin û ya ku wî bi me kiriye, pê bikin.”


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite