Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Dadger 15:19 - Kurmanji Încîl

19 Xwedê çala Lehiyê qelaşt û av jê derket. Şîmşon av vexwar, ruh û canê wî teze bû. Bi vî awayî ji vê derê re Eyn-Haqqoreyê hat gotin. Kanî îro jî li Lehiyê ye.

Gade chapit la Kopi




Dadger 15:19
16 Referans Kwoze  

“‘Çimkî ezê avê bi ser axa tîbûyî de, Rûbaran bi ser erdê ziwa ve birijînim. Ezê ruhê xwe bi ser ziriyeta te re Û bereketa xwe bi ser şaxên te re birijînim.


Lê gava wan behsa hemû tiştên ku Ûsiv ji wan re gotine kir û erebeyên ku şandibûn pey wî dîtin, bêhna wî fireh bû.


Vî bindestî kir hawar, bihîst wî Xudan, Wî ew xelas kir ji hemû tengahiyan.


Ew hêzê dide westayiyan, Qeweta bêtaqetan zêde dike.


Çavên xwe bidin bilindciyan û bibînin! Ma kê ev afirandin? Yê ku artêşa stêran dertîne Û bi navê wan gazî her yekî ji wan dike. Ji ber mezinahiya taqeta wî, Ji ber hêza wêrekiya wî, Yek ji wan jî kêm nabe.


Di tengahiyê de ez bang dikim Xudan; Ew bersîva min dide.


Kadikek bastîqê hejîran û du weşî mêwîj jî danê. Gava zilam xwar, hat ser hişê xwe. Ev sê roj û sê şev bûn ku tiştek bi devê wî neketibû.


Mûsa gorîgehek çêkir û navê wê “Yahwe-Nissî” danî.


Beriya hatina min, malê te hindik bû, niha zêde û belav bûye. Bi her tiştê ku min kir, Xudan tu pîroz kirî. Ezê kengê ji bo mala xwe bixebitim?”


Wî navê wê derê Bêt-Êl danî. Navê bajêr ê berê Lûz bû.


Wê navê Xudanê ku pê re peyivî wiha danî: “Tu ‘Êl-Royî’ yî.” Çimkî wê got: “Li vir min yê ku min dibîne dît.”


Mûsa destê xwe bilind kir û du caran bi gopalê xwe li zinêr xist. Ji zinêr aveke zêde herikî. Civak û heywanên wê jê vexwar.


Filîstî çûn Cihûdayê, artêşgehek ava kir û li herêma Lehiyê belav bûn.


Di roja xwe ya teng de gazî min bike, Ezê te rizgar bikim, tê rûmetê bidî min.


Wê ji newala li ser riya xwe avê vexwe; Loma wê serê xwe rast bigire.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite