Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Dadger 15:11 - Kurmanji Încîl

11 Sê hezar Cihûdayî çûn şikefta li zinarê Êtamê û ji Şîmşon re got: “Ma tu nizanî ku Filîstî serwerên me ne? Ev çi bû te anî serê me?” Wî got: “Wan çi bi min kiribe, min jî ew bi wan kir.”

Gade chapit la Kopi




Dadger 15:11
10 Referans Kwoze  

Dê û bavê Şîmşon fêm nekir ku ev ji Xudan e. Çimkî wê gavê gelê Îsraêl di bin destê Filîstiyan de bû û ew li dijî Filîstiyan li benda keysa xwe bû.


Gelê Îsraêl careke din tiştên di çavê Xudan de xerab in, kirin. Xudan ew çil salan da destê Filîstiyan.


Heke tu guhdariya emrên Xwedayê xwe Xudan ên ku îro ez ji te re dibêjim baş pêk bînî, wê Xudan te neke dûvik, lê bike serî. Tê ne di binî de, lê tenê di serî de bî.


Ezê şûr bişînim ser we ku heyfa peymanê bistîne. Heke birevin bajarên xwe jî, ezê kulê bixim nav we û hûnê bikevin destê dijmin.


“Wê xerîbên nav te ji te gelekî bilindtir bin û bi ser te bikevin, lê tê gelekî nizim bibî.


Cihûdayiyan got: “Hûn çima bi ser me de hatin?” Filîstiyan got: “Em hatin ku Şîmşon bigirin û ya ku wî bi me kiriye, pê bikin.”


Wan got: “Em hatin ku te bigirin û bidin destê Filîstiyan.” Şîmşon got: “Sond bixwin ku hûnê min nekujin.”


Kurên Êtam ev bûn: Yîzreyêl, Yîşma û Yîdbaş. Navê xwişka wan Hasselelponî bû.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite