Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Dadger 15:1 - Kurmanji Încîl

1 Piştî demekê, di dema rakirina genim de Şîmşon karikek hilda û çû serdana jina xwe. Wî got: “Ez dixwazim herim ba jina xwe.” Lê bavê keçikê nehişt ew here odeyê.

Gade chapit la Kopi




Dadger 15:1
5 Referans Kwoze  

Cihûda got: “Ezê ji keriyê xwe karikek ji te re bişînim.” Tamarê got: “Ma tê çi bidî min, heta tu karikê bişînî?”


Lê wî ji bavê xwe re got: ‹Binêre, evqas sal in ku ez xizmeta te dikim û ez tu caran ji gotina te derneketim, te karikek jî neda min, ku ez bi dostên xwe re pê şa bibim.


Paşê Aqûb ji Lavan re got: “Qewlê min temam bû. Êdî keça xwe bide ku em bizewicin.”


Di wan rojan de û piştre jî, dema hebûnên ezmanî keçên mirovan ji xwe re anîn û zarokên wan çêbûn, Nefîlî li ser rûyê erdê hebûn. Ew mêrxasên dema berê û mêrên bi nav û deng bûn.


“Heke zilamek jinekê ji xwe re bîne û paşê ew here ba wê, jê hez neke,


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite