6 Jinik çû ba mêrê xwe û jê re got: “Zilamekî Xwedê li min xuya bû ku sûretê wî wekî milyaketekî Xwedê biheybet bû. Min jê nepirsî ka ji ku hatiye û wî navê xwe jî negot.
Xizmetkar got: “Va ye li vî bajarî zilamekî Xwedê heye. Ew mirovekî bi nav û deng e û her tiştê ku dibêje yek bi yek dertê. Were em herin ba wî. Belkî ew riya ku emê herinê, nîşanî me bide.”
Wî ji min re got: “Daniyêlo, zilamê ku gelek jê hatiye hezkirin. Rabe ser lingan û gotinên ku ez ji te re dibêjim fêm bike. Çimkî ez hatim ba te.” Piştî vê gotinê ez bi lerizîn rabûm ser lingan.
Wî çaxî zilamê Xwedê hat ba Elî û jê re wiha got: “Xudan wiha dibêje: ‘Gava mala bavkalê te li Misrê, ji Mala Firewn re koletiyê dikir, bi awayekî eşkere min xwe nîşanî wan neda?
Cihûdayî hatin Gîlgalê ba Yêşû. Kalêvê kurê Yefûnneyê Qenîzzî ji Yêşû re got: “Tu dizanî ku Xudan li Qadêş-Barnêayê ji Mûsayê zilamê Xwedê re çi li ser min û te got.
Paşê milyaketê Xudan hat. Ew li bajarê Ofrayê, li bin darberûya Yoaşê Aviyezerî rûdinişt. Gîdyonê kurê Yoaş di mehsera tirî de genim dikuta ku ji Mîdyaniyan veşêre.
Lê ji min re got: ‘Tê bi zaro bimînî û kurekî bînî. Ji niha û pê ve mey û şerabê venexwe, tiştekî mirdar nexwe. Çimkî kurik ji roja ku bikeve zikê diya xwe heta bimire, wê ji Xwedê re kesê sozdana nezîriyê be.’”