Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Dadger 13:23 - Kurmanji Încîl

23 Jina wî jê re got: “Heke Xudan bixwesta me bikuje, pêşkêşiya şewitandinê û pêşkêşiyên dexlê ji destê me qebûl nedikir, tevahiya van tiştan nîşanî me nedida û îro ev gotin ji me re nedigot.”

Gade chapit la Kopi




Dadger 13:23
12 Referans Kwoze  

Çav nikare ji dest re bêje: «Hewcedariya min bi te tune!» Serî jî nikare ji lingan re bêje: «Hewcedariya min bi we tune!»


Sira Xudan ji bo wan e ku ji wî ditirsin, Ew wan haydar dike ji peymana xwe.


Êdî ez ji we re nabêjim ‹xulam›; çimkî xulam nizane ku axayê wî çi dike. Ez ji we re dibêjim ‹dostên min›; çimkî her tiştên ku min ji Bavê xwe bihîstin, min bi we dan zanîn.


Wê rojê hûnê bizanin ku ez bi Bavê xwe re me, hûn bi min re ne û ez jî bi we re me.


Nîşanek qenciyê bi min bide dîtin; Da ku yên ji min nefret dikin, bibînin û şerm bikin; Çimkî tu ya Xudan, tu ji min re bûyî alîkar û xemrevîn,


Çimkî mirovê hîlekar li ber Xudan kirêt e, Lê Xudan bi dilrastan dişêwire.


Îsa bersîva wî da û got: «Eger yek ji min hez bike, wê gotina min bigire. Bavê min jî wê ji wî hez bike û emê bên ba wî û li ba wî cih bigirin.


Ez bawer im ku ezê li diyarê jîndaran, Bibînim qenciya Xudan.


Paşê jinikê kurek anî û navê wî Şîmşon danî. Kur mezin bû û Xudan ew pîroz kir.


Bila bi dilê xwe bide te, Hemû şîretên te bi cih bîne!


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite