Dadger 11:39 - Kurmanji Încîl39 Piştî du mehan vegeriya ba bavê xwe. Bavê wê sonda xwe pêk anî. Destê mêrekî pê nebûbû. Piştî vê yekê li welatê Îsraêl adetek çêbû. Gade chapit la |
Kesê dewarekî serjê dike, Wekî wî kesî ye ku mirovekî dikuje. Kesê berxekî dike qurban, Wekî wî kesî ye ku stûyê kûçikekî dişikêne. Kesê pêşkêşiya dexlê pêşkêş dike, Wekî wî kesî ye ku xwîna berazan pêşkêş dike. Kesê wekî pêşkêşiya bîranînê, guniyê dişewitîne, Wekî wî kesî ye ku diperize pûtan. Wan kesan riyên xwe hilbijartin, Canê wan bi kirêtiyên wan xweş e.