Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Dadger 11:3 - Kurmanji Încîl

3 Yîftah ji ber birayên xwe reviya û li herêma Tovê bi cih bû. Li dora wî zilamên beredayî civiyabûn û ji bo rêbiriyê radibûn.

Gade chapit la Kopi




Dadger 11:3
9 Referans Kwoze  

Wan ji mala Baal-Berît heftê perçe zîv danê. Avîmelek bi vî pereyî zilamên beredayî û serserî kirê kirin ku li pey wî werin.


Emmonî rabûn, li ber dergehê bajêr tevdîra şer kir. Aramiyên Sova û Rehovê û gelên Tov û Maexa jî li çola derveyî bajêr amadehiya şer kir.


Gava Emmoniyan dît ku li ber çavê Dawid reş bûne, wan xeber şand Bêt-Rehov û Sovayê. Bîst hezar leşkerên peya yên Aramî, Padîşahê Maexayê û hezar leşkerên wî ji gelê Tovê jî duwanzdeh hezar zilam kirê kirin.


Her kesekî di tengasiyê de, deyndar û nexweş li dora Dawid kom bû. Dawid ji nêzîkî çar sed kesî re rêbertî kir.


Lê Cihûyan çavnebariya wan kir, ji xelkên çarşiyê, hin mirovên xerab kişandin aliyê xwe, elaletek civandin û di bajêr de laleşe çêkirin, êrîşî mala Yason kirin û lê digeriyan ku wan derxin ber xelkê.


Dawid û şeş sed kesên pê re, bûn alîgirê Axîşê kurê Maokê Padîşahê Gatê.


Jina Gîlad jî jê re kur anîbûn. Gava kurên jinê mezin bûn, wan Yîftah qewitand û got: “Tê ji mala bavê me mîrasê nestînî, çimkî tu kurê jineke din î.”


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite