21 “‘Xwedayê Îsraêl Xudan, Sîhon û hemû gelê wî dan destê gelê Îsraêl û wan ew têk birin. Bi vî awayî gelê Îsraêl tevahiya welatê Amoriyan bi milkî stand.
Lê Sîhon bawer nekir ku wê gelê Îsraêl di nav axa wî re derbas bibe û here. Loma wî hemû gelê xwe civand, li Yahsayê artêşgeh ava kir û li dijî gelê Îsraêl şer kir.
Lê min li ber wan Amorî tune kirin. Tevî ku bilindahiya wan bi qasî dara sedrê Û hêza wan wekî darmaziyê jî bûn, Min li jor fêkiyên wan, Li jêr koka wan ziwa kirin.