Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Dadger 10:11 - Kurmanji Încîl

11 Xudan ji gelê Îsraêl re got: “Ma min hûn ji destê Misrî, Amorî, Emmonî û Filîstiyan rizgar nekirin?

Gade chapit la Kopi




Dadger 10:11
14 Referans Kwoze  

Piştî Êhûd, Şamgarê kurê Enat hat. Şamgar şeş sed Filîstî bi zixta dewêr kuştin. Wî jî gelê Îsraêl rizgar kir.


Xudan wê rojê Îsraêliyan ji destê Misriyan rizgar kirin. Îsraêliyan, laşên Misriyên mirî li keviya deryayê dîtin.


Bi baweriyê, Îsraêlî wek ku di bejê re derbas bibin, di Derya Sor re derbas bûn. Gava ku Misriyan ev ceriband, di avê de xeniqîn.


“Piştî ku Aqûb çû Misrê, bavkalên we, hewara xwe gihandin Xudan. Wî jî Mûsa û Harûn şand. Wan bav û kalên we ji Misrê deranîn û li vir bicih kirin.


Wan li Og, kurên wî û tevahiya artêşa wî xistin û tu kes ji wan sax nehiştin. Wan welatê wan jî desteser kir.


Wan dev ji Xwedayê bavkalên xwe Xudan berda ku ew ji welatê Misrê deranîn. Ew li pey îlahên gelên din ên ku li der û dora wan dijîn ketin. Ew li ber wan deverû çûn erdê û Xudan hêrs kir.


Wî ji wan re got: “Li pey min werin! Çimkî Xudan Moaviyên dijminên we dan destê we.” Ew li pey wî çûn û li dijî Moaviyan bihorên Çemê Şerîayê girtin. Wan nehişt kesek derbas bibe.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite