24 Gava sixûran zilamekî ku ji bajêr dertê dît, wan jê re got: “Heke tu deriyê ketina bajêr nîşanî me bidî emê jî qenciyê bi te bikin.”
Dawid pirsî: “Tu dikarî min bibî ba wan êrîşkarên siwarî?” Yê Misrî got: “Heke tu li ber hizûra Xwedê sond bixwî ku tu min nekujî û nedî destê xweyê min, ezê te bibim ba wan.”
Wî deriyê ketina bajêr nîşanî wan da. Wan tevahiya bajêr da ber şûran, lê wan ew zilam û tevahiya malbata wî berdan.
Ma wê kî min bibe bajarê bi sûr? Wê kî rêberiya min bike heta Edomê?